Serrûpel 2016 Çile

Arşîva mehane: Çile 2016

ENKS îmzeyan radestî Ban Ki-moon dike

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), dest bi komkirina îmzeyan dike ji bo ku pirsgirêka kurd li Sûriyê jî bibe yek ji mijarên rojeva civîna ”Jenêv 3”.

Kerîm Kaban (88) wefat kir

Îro serê sibehê hunermendê navdar yê kurd Kerîm Kaban di temenê 88 saliyê de koça dawiyê kir.

Barzanî ji kuştinê xelas kir û 24 salan di zindanê de ma

Muxaberatên Îraqê xwestin bi riya Mistefa Barzanî bikujin, lê bi serneketin, wî Barzanî agahdar kir ku planeke muxaberatan heye, ku dixwazin çenteyekî bidin wî, TNT bixin çente û ew biçe bi Barzanî de biteqîne.

Wê êdî li Emerîka bijî û biafirîne

Rifaî Hemû, Kurdekî ji Efrînê di sala 2013 de ji Helebê tevî malbata xwe koçberî Tirkiyê bû. Li Şêx Meqsûdê, jina wî û keçeke wî di şer de hatibûne kuştin. Piştre ew û kurek û 3 keçên xwe çûbûn Tirkiyê (2013). Ew dahênerekî Kurd e, li Metroya Istanbulê, dahênaneke wî heye, wî ji trênan enerjî çêkir, ji trênan kerhrebe derxist. Her wiha dahênaneke din jî: wî sîstemeke balafiran çêkir, ku balafir bikaribe 48 saetan bê sûtemenî bifire. Ew bi nexweşiya şêrpençeye.

Li Efrînê asayîşê gelek kes girtin û birin eskeriyê

Li Efrînê li gundên nahiya Raco asayîşê di mizgeftan de bang li xelkê kirin ku kesên temenê wan di navbera 16 û 60 salî de bin biçin serî li navebdên YPG bidin û tevlî hêzên wê bibin. Asayîşê xwest ji her malekê kesekî biçe nava YPG. PDK-S li Efrînê daxuyaniyek di vê derbarê de belav kir û têde ragihand ku, Asayîş mecbûr kiriye ji her malek kesek biçe eskeriya bi zorê. Li gor daxuyaniyê, piştî wê bang, asayêşê avêtiye ser maln gundiyan û gelek kes girtine. Kesên ku hatine girtin ji bo kampên eskerî yên YPG hatine şandin. Wê girtinê tirsek di nava xelkê de çêkir. PDK-S di wê daxuyaniya xwe de daxwaz dike ku asayîş dev ji wê kiryara xwe berde û nebe sedema guhertina demografiya herêma Efrînê.

PYD Amîr Hamid li ku veşartiye?

Îro, 2 sal li ser revandina çalakvanekî bajarê Dirbêsiyê bi navê Emîr Hamid derbas dibe, tevgera Soz ku Emîr endamê wê ye, revandina Emîr dixe stûyê PYD û daxwza eşkerekirina çarenvîsa wî dike. Wê rêxistinê niha ji bo berdana wî dest bi kampaniyekê kiriye. Herweha dayika Emîr, ku niha bi tenê li Dirbêsiyê ligel hersê zarokên Emîr dijî, ji Asayişê xwest, kurê wê berdin.

Obama zanayekî ji Efrînê dawetê Kongrês kir

Serokê amerîka Barak Obama Kurdekî xelkê Efrînê vexwende civîna Encumena Nûnerên Emerîka. Rifaî Hemû, zanayekî ku gelek dahênanên balkêş çêkirine û yek ji dahênanên wî, çêkirina elekitrîkê ji tevgera trênan û amadekirina sîstemeke balafian ku bikaribe 48 saetan bê sûtemenî bifrre. Ji bo vê xizmetên mezin yên wî zanayê Kurd, serokê Emerîka ew vexwendî civînên Kongrêsa Emerîkî kir.

“Nabe PYD bi tenê hukum bike!“

Siyasetvanê Kurd Mehmûd Osman, di nivîseke xwe de got, nabe PYD bi tena serê xwe Kurdistana Sûriyê hukum bike. Mehmûd Osman, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand, niha ji her welatî zêdetir li ser Sûriyê û pêşeroja wê tê axaftin, Sûriyê bûye babeta sereke li seranserê cîhanê, ji ber vê yekê tevgera Kurd li Kurtdistana Sûriyê li hemberî her pêşketinekê, divê helwesteke hevbeş bistînin. Mehmûd Osman her wiha got, di rewşeke wiha de nabe PYD bi tena serê xwe hukum bike û ENKS bi dûrxîne, yan jî aliyên siyasî yên din nabe li derve bimînin. DI nivîsa xwe de Dr. Mehmûd Osman bal kişande ser wê yekê ku perçebûna tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê, dibe sedema ku Kurd bibin ecindeyên Tirkiyê, Siûdiyê, Îran û Esed. Siyasevanê Kurd xwestin Kurd vegerin peymanên Hewlêr û Duhokê û li got bendên wan peymanan tevbigerin û li hev bikin.

Bihêztirîn zilam li cîhanê giriya? (Vîdyo)

Obama di civîna tunekirina sîlehan de, li ser kesên ku bi sîlehan hatine kuştin xwe negirt, û giriya.

Jan Dost: PYD darê di destê rejimê da ye

Şa'ir û nivîskarê kurd ê ji Sûriyeyê Jan Dost: "PYD wek darê di destê rejimê da ye. Rejima Beşar Esed bi saya PYD herêma kurdî kontrol kir û nehişt li dijî wî rabe. Wezîfeya PYD ew bû. Ew naxwaze herêmeke kurdî damezirîne, rejim jî naxwaze û nahêle."
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com