Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di dema beşdarbûn di bernameya Rûdawa Îro ya televizyona Rûdawê de li ser planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina kirîzan axivî û ragihand: “Beşek ji sedemên kirîzan li derveyî desthilatên Herêma Kurdistanê ne. Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide bi kêmanî mûçeyên mehane yên karmendan dabîn bikr û ew yek jî karê bingehîn ê hikûmetê ye.”
Sefîn Dizeyî got: “Ew pereyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji firotina petrolê bi dest tîne û herwiha dahatên din ên navxweyî ji pereyê ku ji mûçeyên karmendan re pêwîst e, kêmtir e .”
Dizeyî sedema wê yekê jî vegerand bo wê yekê, ku bi biryareke siyasî ji sala 2014ê ve bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye birrîn. Hevdem şerê li dijî DAIŞê û kêmbûna nirxê petrolê bandor li ser çêbûna wê kirîza darayî ya niha hebûne.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahatên Herêma Kurdiatanê ji firotina petrolê û dahatên din ên navxwe aşkere kir û got: “Niha Herêma Kurdistanê bi rêya hinardekirina petrolê, ji wê rêjeya ku difiroşe ku rojane 600 hezar bermîl e, mehane 450 milyar dînar bi dest dixe.”
Derbarê dahatên navxwe de jî Dizeyî got: “Pêş şerê li dijî DAIŞê dahata navxwe 300 milyar dînar bû, lê belê niha 120 milyar dînar e.”
Li ser rawestana hinardekirina petrola Kurdistanê bi sedema teqandina boriyên petrolê yên Kurdistanê di nav axa Tirkiyê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK wek berpirsyar li hember wê bûyerê nîşan da û got: “Mixabin di demên borî de PKKê destdirêjî kire ser boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û berpirsatiya xwe jî ragihand. Berî çend rojan jî Berdevkê KCKê jî gellek bi zelalî û bi aşkere gef li rêkevtina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê xwar, bi taybet a di warê gaza xwezayî de, ku ew yek jî nîşanderê wê yekê ye u PKK berpirsatiyê di vê bareyê de digre ser xwe.”
Sefîn Dizeyî da xuyakirin: “Jibilî wê yekê, ew boriya ku di navbera Riha û Mêrdînê re derbas dibe û niha ji kar ketiye, li hinek deveran hatiye bombrêjkirin, daku tîmên çêkirinê bi hêsanî nekarin li wan cihan derbas bin.”
Dizeyî destnîşan kir, ku wan bi rêya daxuyaniyeke fermî karê teqandina boriya petrolê ya Kurdistanê şermezar kirine. Dizeyî wiah got: “Me ji wan re ragihandiye, ew karê ku hûn dikin şaş e û me daxwaz ji wan kiriye dest ji wan karê xwe berdin. Ew yek lîstin bi debara jiyana xelkê û destdirêjîkirine bo ser rizqê xelkê.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: “Di heyama wê hefteyê de ku hinardeya petrolê sekiniye, eger di wê hefteyê de petrol hatiba hinardekirin, dahata wê nêzîkî 100 milyon dolarî dibû, ku bi wê yekê me dikarî beşek ji arîşeyan û pirsa dana mûçeyan çareser bikin.”
Derbarê helwestên partiyên Başûrê Kurdistanê li ser teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, di hinek merasîm û helkevtên taybet bi PKKê de têne ser cadeyan û piştgîriya xwe bo PKKê radigihînin, lê belê dema ku PKK şaşiyekê li hember xelkê Herêma Kurdistanê dike ku rasterast pêwendî bi debara jiyana xelkê Kurdistanê ve heye, bêdeng in. Çima dengê wan dernakeve û çima wî karî çermezar nakin gelo?
Sefîn Dizeyî herwiha dibêje: “Ewên ku li ser paşketina mûçe û kêmiya mûçe nerazîbûnê nîşan didin, çima nayên ser cadeyan û wan karê PKKê şermezar bikin. Ew jî derdixe pêş ku cotstandardiyek heye, ewê ku şaşiyê dike pêwîst e hemû jê re bêjin ku şaşiyê dike û ewê ku başiyê dike jî, pêwîst e destxweşiyê lê bikin.”
Di bersiva wê pirsyarê de ku gelo piştî gefên KCKê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wê rêkevtina xwe ligel Tirkiyê y abo hinardekirina gaza xwezayî dilsar bûye yan na? Sefîn Dizeyî wiha got:
“Nexêr, bernameyên me her weke xwe ne. Herêma Kurdistanê çavkaniyeke mezin a gaza xwezayî heye. Ew jî ne tenê bo Tirkiyê, belku bo bazarên Ewropayê jî tê veguhastin.”
Dizeyî herwiha destnîşan kir: “Emê li ser wê rêkevtina xwe berdewam bin, eger hinek xelk jî wiha hizir bikin ew gaz dê here Tirkiyê û dê Tirkiyê pê bihêz bibe li hember PKKê, niha Tirkiye gaze ji Îranê û Rûsya jî werdigre. Ew gaza ku diçe Tirkiye bê beramber nîne, belku bi pere dikirre, ew pere jî dê vegere Herêma Kurdistanê.”
Roja 16ê Sibatê li sînorê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bo cara duyem êrişî boriya petrola Kurdistanê hat kirin û bi sedema wê jî hinardekirina petrola Kurdistanê bo Bnedera Ceyhan a Tirkiyê û bazarên cîhanî hat rawestandin.











































