Mehsûm bavekî ji Dirbêsiyê, kalemêrekî Kurd, ji mala xwe 13 kes di deryaya Îce de wenda kirin, ev 3 mehin li Îzmirê ye, li pey her 13 kesan digere, ev 3 mehin, her roj diçe ber avê û kûr kûr li wê deryaya Îce dinêre, ew bi hêvî ye, ku ji nişkê ve ew kes ji deryayê derkevin û wan hebmêz bike. Ew li benda wan dimîne, û bê hêvî namîne, ew heta niha jî bawer nake her 13 kes ji malbata wî, di avê de xeniqîne.