Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro serdana Bexdayê kir û li wê  derê di civînên cuda de hevdîtin ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêk anî.
John Kerry piştî hevdîtinan daxuyanî da û amaje kir ku rêxistina  DAIŞê lawa bûye û wiha got: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî  DAIŞê çend navendên DAIŞê û taybetî jî li Mûsilê kirine armanca xwe.  Çekdarên DAIŞê neçar maye ji çend herêman vekişin.”
Keryy diyar kir ku DAIŞ ji aliyê aboriyê ve jî lawaz bûye û got,  hêzên hevpeymaniyê bi awayekî cidî li ser operasyonên li hemberî DAIŞê  berdewan be û teybetî jî li hemberî berpirsên pilebilind ên rêxistine.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyakirin ku ligel Serokwezîrê Iraqê  Heyder Ebadî behsa operasyona rizagarkirina Mûsilê kirine û got, ji bo  koçberan 150 milyon doldar dane Iraqê.
Herwiha Kerry da zanîn ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan  Barzanî jî mijara kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Serokwezîr Barzanî û şanda pê re îro hatin Bexdayê. Serokê Dîwana  Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên ragihand, dê bi rayedarên Iraqê re  hevdîtinan bikin.
John Kerry ji şerê li dijî DAIŞê û çareserkirina kirîz di navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye. Rûdaw
                










































