Pêşmergeyekî Rojava li başûrê Kurdistanê şehîd ket
Pêşmergeyê Rojava (Leşkerê Roj) Qehreman Îskan li Mihwerê Xazir di encama teqandina malekê de ku DAIŞ mayîn kiribû, şehîd ket.
Ew ji gundê Bulazaozana yê ser bi bajarê Amûdê ve bû. Pêşmergeyê bi navê Hemze Remedan Birhik (ji rojavayê Kurdistanê) jî birîndar bû.
PYD li Almanya jî ala Kurdistanê qedexe kir
Li Almanya bajarê Dortmundê alîgirên PYD nehîştin ciwanek ala Kurdistanê bilind bike.
Altan Tan bombe teqand: HDP perçe dibe
Parlementerê HDPê Altan Tan ku çend caran di şandeya HDPê ya ji bo Îmraliyê de jî cîh girtibû, di hevpeyvînekî xwe ya li gel televîzyonekî Tirkiyê de diyar kir ku hem PKKê û hem jî hikûmeta Tirkiyê xwestin ku ev şer çêbibe û ragihand ku ti wateyekî vê şîdeta PKKê tine ye ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dimeşîne. Altan Tan di derbarê teqîna li Stenbolê û Midyatê de jî diyar kir ku, ew herdu çalakî, çalakiyên terorîstî ne û nabe ku rewa bêne dîtin û got, ez bixwe wan çalakiyan şermezar dikim.
Di berdewamiya axaftina xwe de jî Altan Tan di derbarê şîrovekirina şerê Cizîrê yê ku ji aliyê Endamê Komîteya rêveber a PKKê Duran Kalkan ve çend me beriya niha hatibû kirin û gotibû ku `me nedizanî wê dewlet wisa bike` de jî diyar kir ku lêborîna Duran Kalkan ji vê kiryara wan xirabtir e û got, divê demildest dest ji kar berde.
Li ser pirsekê, Altan Tan diyar kir ku egera wê yekê heye ku HDP bibe du beş, ji ber ku piraniya HDPyiyan muhafizekar û dîndar in û dibe ku bixwazin cuda jî bibin.
Serokê berê partiya HEP Ferîdûn Yazar mir
Serokê şaredariya Rihayê yê berê û serokê partiya HEPê yê berê Ferîdûn yazar ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Li gor malpera partiya HDPê Ferîdûn Yazar ku di encama nexweşiya pençeşêra Cigeran ketibû li nexweşxaneya Gûven li Enqerê vê sibê jiyana xwe ji dest da.
Tê gotin ku wê termê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn yazar bînin bajarê Rihayê û li wir veşêrin.
Ferîdûn yazar 1944an jidayik bûye.
1977an bû serokê şaredariya Rihayê.
1980 ket girtîgehê
Roja 12 hezîranê wefat kir.
Qerara derxistina PKK derket
Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê Beşar Kîkî ragihand, encumena parêzgehê bi pirraniya dengan biryara derxistina PKKê ji Şingalê daye.
Fotoyên Hillary Clinton yên ciwaniyê derketin -FOTO
Fotoyên Hillary Clinton yên ciwaniyê derketin -FOTO
Barzanî telefonî mala Ebû Leyla kir û sersaxê xwest
Di pêwendiyeke telefonî da Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sersaxî li malbata şehîd Ebu Leyla kir.
Îro roja pênşem 09, Barzanî ligel birayê şehîd Feysel Ebu Leyla, Yusuf Ebulezîz axifî û serxweşî û hevxemiya xwe gihande malbat û kesukarê şehîd Ebu Leyla, ku di şerê azadkirina bajarê Minbicê de ji bin destê Daişê şehîd bûbû.
Serokê herêmê Mesûd Barzanî şehîd Ebu Leyla, weke xortekî qehreman û cesûrê Kobanî bi nav kir, û got wî canê xwe yê pak li ser riya parastina niştîman û azadiya gelê Kurdistanê kire gorî.
Leşkerên Frensî li rojavayê Kurdistanê ne
Fransa ji bo piştgiriya şerê li dijî DAIŞê hêzên xwe yên taybet li Rojavayê Kurdistanê bi cî kir.
Fransa, ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji aliyê ezmanî ve alîkariya hevpeymaniya navdewletî dikir, gaveke din jî avêt.
Ajansa Nûçeyan ya Frensî AFP li ser zimanê berpirsekî wezareta berevaniya Fransa ragihand, Hêzên Taybet ên wî welatî ji bo rawejkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bicî bûne.
Piştî êrîşa li Parîsê ku di encamê de 132 kes hatibûne kuştin, Frensa 150 leşkerên xwe şandibû Herêma Kurdistanê.
Wezirê Berevaniya Fransatê Jean-Yves Le Drian hefteya borî ragihandibû leşkerên wan li Minbicê piştgiriya HSDê dikin.
“Dibe ku Emerîka dev ji Kurdên Sûriyê berde”
Serkirdeyê YNK Mele Bextiyar, di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Rûdaw, got Emerîka di şerê DAIŞ de karê xwe bi Kurdên Sûriyê diqedîne, û ne dûre piştî ku karê Emerîka xelas bû, pitşa xwe bide Kurdan û wan bi tenê bihêle.



































