Encûmena yasadanînê ya kantona Kobanî bi helkefta cejna qurbanê Efûya giştî derxist.
Encûmenê ragihand, kesên ku berî 17 vê mehê sûc kiribûn, li gor peymana civakî dikevine ber efûya giştî.
Lê kesên ku tawanên terorê û tawanên li dijî ewlehiya kantonê û tawanên leşkerî kirbin û tawanên kuştinê kirbin, navkin ber efûyê.
Herweha kesên ku cara diwemîn bizewicin, wê cezayê wan ji salekê dakeve 6 mehan.











































