“Heta em dawiya Daiş neynin nasekinin“
Serok Barzanî behsa pirsa koçberan jî kir û got, tevî gelek krîzên din jî niha mîlyonek û 800 hezar koçber li herêma Kurdistanê hene, û ji bo alîkariya koçberan wan ligel hikûmeta federal û hemû aliyên din hemahengî çêkirine, lê belê pêwîste civaka navdewletî alîkariya Kurdistanê bike, ji ber ku êdî ew ji vê bêhtir nikarin bikin.
Mesûd Barzanî dîsa behsa şerê Musilê kir, û got şerê Musilê şerekî girane û mezine û wê pêşmerge serkeftinên mezin bi dest xwe ve bînin.
Barzanî bersiva pirseke din ya CNN da û got, ew hewl didin ku di zûtirîn dem de dawî li şerê Musilê were , lê dibe ku dirêj bibe, û ew heta ku dawî li şerê Daişê neynin, nasekinin.
El Behre li ser rojavayê Kurdistanê diaxife (hevpeyvîn)
Hadî El Behre li ser rojavayê Kurdistanê diaxife (hevpeyvîn)
Li kolanên Kanada Qehwe û Sehleb difroşe
Palamenterê berê yê Sûriyê Memûn El Humsî ku ji parlamentoyê hatibû avêtin û mehkeme li dijî wî hatibû vekirin, û hemû mafê welatîbûnê jê hatibûn standin, niha li Kanada ye û li kolanan şîr, qehme, sehlebê û piskiwîtan difroşe.
Ew ji ber helwestên xwe yên siyasî hatibû girtin û mehkemekirin, di sala 1990 de parlamenter bû.
Di sala 2001 hatibû girtin û 5 sal ceza jêre hatibû xwestin. Ew di navbera sala 2001 - 2006 de hatibû girtin.
Niha li Kanada dijî.
Bavek û 6 zarokên xwe pêşmerge ne
Bav û 6 kurên ku beşdarî operasyona rizgakrina Mûsilê bûne dibêjin, heta ku operasyon serbikeve ew dê şerê DAIŞê bikin.
NRT-Erebî pêşmergeyên şehîd dike kuştî?!
NRT - Erebî ku li Silêmanî weşanê dike, ji bo pêşmergeyên ku li Musilê di şerê DAIŞ de şehîd ketine dibêje (Kuştî).
Dijminê ji DAIŞê xetertir kî ye?
Herçiqasî hîn dest pê nekiriye, lê dengê dahola şerê kontrolkirina Mûsilê her ku diçe bilindtir dibe. Heyder Ebadî bi şanazî dibêje ku wî soz sabû sala 2016an bike sala serketinan û qewitandina DAIŞê ji Iraqê û wiha dixuye ewê soza xwe bicih bîne.
Balafirên Tirkiyê beşdarî Operasyonê bûn
Serokwezîrê Tirkiyê daxuyaniyek da û tê de ragihand ku balafirên şer yê Tirkiyê beşdarî şerê operasyona kontrolkirina Musilê bûne. Di derbarê vê beşdarbûnê de Binali Yildirim li ser xerîteyê agahdarî dan.
Nêçîrvan Barzanî peyama Musilê da
Peyama serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê:
Serkirdeyên Kurd li eniya şer in
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şêwirmedê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî çûne eniya şer li Xazirê.


































