Serrûpel 2016 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2016

Şerîfo klîpa “ROJVALA“ (Vîdyoklîp – Hevpeyvîn)

Raperê navdarê Kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) strana xwe ya bi navê 'Roj Vala' kir video klîpek, yanî rojava vala dibe.

Şahciwana Kurdistanê bi derziyan ciwan e! FOTO

Jalya Sîrwan ku weke şahciwana Kurdistanê ji bo sala 2016 hate hilbijartin. Pir rexne li jurî hate girtin ku ew ne layîqî taca şahciwaniyê bû. Sûretên Jalya yên nû hatine weşandin, diyar dibe ku ciwankarî (estetîk) kiriye, ev jî eşkere dike ku jurî şaş kiriye, nedibû

Televîzyona PKK ya ji bo rojhilat hate girtin

Rêvebiriya televizyona ser bi Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK) ragihand, Îranê û Tirkiyê weşana televizyona wan, Newroz Tv li ser satelîta Hotbirdê dane sekinandin.

Li Qamişlo otomobîla dermansazekî şewitandin

Li bajarê Qamişlo otomobîla dermansazê Kurd Ebdulrehman Hemê li pêşiya mala wî ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin. Şewitandin îro saet 15.00 çêbû. Heta niha ne diyare bê kê û çima otomobîla dermansazê şewitandiye. Ebdulrehman Hemê di nava greva birçîbûnê ya ENKS de cih girtibû, ku ji bo PYD girtiyên siyasî serbest berde. Ew weke doktorekî di nava kesên grevgirtî de kar kiribû û gelekî alîkarî wan kiribû. Hemû şubhe diçin ser xortên PYD, ku ew bi wî karî rabûbin.

Serokwezîr pêşwaziya superstara Emerîkî Demi Lovato kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya superstara Emerîkî Demi Lovato kir. Demi Lovato lîstikvan û stranbêjeke emerîkî navdar e.

PKK fermandareke gerîla îdam kir

Fermandareke gerîla bi navê Ronahî, dema ku dixwest cuda bibe û biçe, ew ji aliyê PKK ve hate girtin û gulebarankirin. Roja 06.10.2016 ku bi xwe ji Wanê bû û fermandara Ketîbeya Şehîdên Kortik bû, li çiyayê Şekor, li newala Baliyan nêzîkî qeza Çoman, nêzîî sînorê Îranê, dema ku xwestiye ji PKK cuda bibe, ew hatiye girtin û gulebarankirin, ew di cih de kuştine.

A ji we re Dadgeha Gel! Hukmê muebed da – vîdyo

Mehkema Gel ya Kantona Cizîrê hukmê muebet danî ser girtiyekî ji Amûdê bi navê Alan Mihemed û biryar da ku malbata wî ji Amûdê derxîne.

Ji 500 kîlo dakete 90 kîlo – VÎDYO

Mayra Rosales jineke Emerîkî ye, 500 kîlo bû, bi dirêjiya 5 salan ne dikaribû rûne ne jî dikaribû bimeşe. Ew jina 37 salî, di bin gelek emeliyatan re derbas bû, dakete 90 kîlo. Niha êdî pê dihese ku ji nû ve jiyana wê dest pê dike. Êdî Instagram û Facebooka wê heye û weke topmodêlekê li xwe dinêre.

PYD dezgehên hikûmetê teslîm kirin (vîdyo)

Li Hesekê PYD dezgehên hikûmetê yên sereke dîsa teslîmî hikûmetê kirin, malbatên şehîdan ji PYD û hêzên wê dipirsin, "madem te dixwest bi hikûmetê re li hev werî û dezgehên wan yên weke Banka Ticarî teslîmî hikûmetê bikî, te çima xwîna zarokên me rijand..?"

Serokwezîrê Tirkiyê: Emê li Îraqê bimînin!

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi tundî bersiva Iraqê da û got, hêzên me dê li Iraqê bimînin!
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com