YPG mecbur bû nûnertiya xwe li Prag bigire
YPG ji ber ku nikaribû itîrafê ji hikûmeta komara Çîk bistîne û karê xwe bi rê ve bibe nûnertiya xwe bajarê Pragê girt.
Rojnameya BERÇAV li Hewlêrê hate çapkirin
Rojnameya Berçav ya ku her 15 rojan carekê derdikeve û hejmara wê ya yekemîn li bajarê Kobanî derketibû, hejmara wê ya dawîn li paytexta başûrê Kurdistanê li Hewlêrê derket.
Xwedî û sernivîserê rojnameyê, rojnamevan Farûq Hecî Mistefa ye.
BERÇAV bi dîyazîn û formateke ciwan derketiye.
Ev hejmar ji 12 rûpelan pêk tê.
Berê vê keça ji Kobanî li super star e -vîdyo
Navê wî Jînda Kenco ye, ji Kobanî ye, li Tirkiyê li bajarê Mêrsînê dijî, xwediya dengekî gelekî xweş e, berê wê li super star e.
Barzanî li ser jiyana bi hev re diaxife (vîdyo)
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: Nemana DAIŞê bi dem ve hatiye girêdan, lê belê hizra DAIŞiyan gerek were jinavbirin.
Agirbest li Helebê hate ragihandin
Di navbera hikûmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê de agirbest li Helebê hate ragihandin.
Îro jî pêşmerge li dijî dijminan meşiyan (foto)
Îro jî pêşmergeyên Kurdistanê li Hewlêrê li dijî dijminan meşiyan (foto)
Hevpeyvînek ligel serokê Itîlafê Enes Ebde – Vîdyo
Hevpeyvînek ligel serokê Itîlafê Enes Ebde - Vîdyo
Rûsya ENKS dawetî Himêmîm kir
Rûsya 24 partiyên rojavayê Kurdistanê dawetî bingeha eskerî ya li Laziqiyê Himêmîm kirin.
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî ENKS Îbrahîm Biro ji bo Rûdawê ragihand, fermadarê balafirxaneya Himêmîm ya Rûsî li Sûriyê, 24 partiyên kurdî, ku 7 ji wan partiyên di nava ENKS de ne, ji bo Himêmîm dawet kiriye û biryare di 15 meha bêde civîn pêk were.
Bankêreke Kurd li Kazakistanê hate xelatkirin
Bankera kurd Narîn Nadirova li Qazaxistanê di warê bankageriyê de weke kesekê serkevtî hat naskirin û bi medalyaya serfiraziyê ya wî welatî hat xelatkirin.
Perwaz helbesta Samî Ergoşî kir vîdyoklîp (vîdyo)
Stranbêja Kurd Perwaz Hisên helbesta Samî Ergoşî (Ey Rojanî Xoşewîstî) kir vîdyoklîp. Muzîk û aranjeya stranê Nobedar Îbrahîm çêkiriye.


































