Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî pere tune ne!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derheqê wan dengoyên ku dibêjin “pere heye lê hikûmet nade” de got, bi rastî jî pere tine!
Derdê Barzanî ne kursî ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna îro ya ligel alî û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de amadebûna xwe bo bicihhiştina kursiyê serokatiyê ragihand û daxwaz ji amadebûyên civînê kir, kursiya serokatiyê ji wî werbigrin û erkê wî birêvebibin.
Salih Mislim ji bo Cinêv nehate vexwendin
Şanderê navdewletî ji bo Krîza Sûriyê Stêfan De Mestura venxwendinên beşdarbûna konferansa Cinêv 3, radestî aliyên Sûriyê kiriye.
Ev welat amade ne serxwebûna Kurdistanê nas bikin
Rawêjkarl karûbarên siyasî yê serokê Kurdistanê, Dr. Mihemed Cuma beşdarî programeke televîzyonê bû û got, 63 welat amade ne itîrafê bi serxwebûna Kurdistanê bikin.
Cuma tevlî bultena nûçeyan ya televîzyona Orient bû û got, di peymana Sever de biryar li ser serxwebûna Kurdistanê hatibû dayîn, lê Kurdan nikaribûn pêk bînin. Her wiha got, rewşa niha li herêmê di qezenca Kurdan de ye.
Dr. Cuma bal kişande ser wê yekê ku niha 63 welat di şerê DAIŞ de alîkariya Kurdan dikin, û ew amade dewleta Kurdî nas bikin.
Ev nexweşxane penaberan belaş derman dike
Li Hewlêrê nexweşxaneya Newroz, her roja pênşemê penaberên Sûriyê belaş derman dike. Di rojên din de jî, %50 ji wan re erzan dike.
Navê nexweşxaneyê NEWROZ e.
Ocalan peyama Pêvajoya Aştiyê belav dike
Endamê Rêvebirê PKKê yê berê Osman Ocalan ragehand ku: ‘’Ebdula Ocalan wê peyamekê belav bike û pêvajoya aştiyê vê despê bike.’’
2 Şervanên YPG ji ber Eroînê hatin avêtin
YPGê ragihand, 2 şervanên xwe ji nav refên şervanan derxistiye.
Leyla Zana ji HDP cuda dibe?
Hate îdîakirin ku Leyla Zana û 8 kesên din biryara xwe standine ku ji HDP cuda bibin.


































