Şerîfo klîpeke nû derxist (vîdyo)
Şerîfo vê carê ji bo yekîtiyê got
Rapvanê navdarê kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) û Azado Xelîla klîbeke bi navê "Em Kurd in, Em Yek in" çêkir.
Şerîf Omerî ji Rûdawê re ragihand û got, "Klîba nû me ji bo piştgiriya serhildana Bakurê Kurdistanê çêkir "
Rapvanê ji Rojavayê Kurdistanê Omerî da zanîn ku, "Gelek kes bi meqam û pere re mijûl dibin. Ez ne li dijî vê yekê me lê niha ne wexta wê ye. " Divê em ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve xwe pêşbixin.
Şerîfo klîba xwe yê nû diyariyê Rûdawê dike û dibêje, "Ez klîba xwe yê nû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dîyarî dikin ku her tim rastiya pêşkêşî xelkê dike."
Şerîfo li bajarê Kamişlo dijî.
Qamişlo: Êrîşî ofîsa partiya Yekîtî kirin
Grûpeke nenas, duh bi şev li Qamişlo li taxa Meyselûn, êrîşî ofîsa Partiya Yekîtî kirin, derî û pencere şikandin, derbasî hundir bûn û hemû tiştên têde xerab kir.
Kesên ku êrîş kirin, dest danîn ser kompiyoteran û flaş bi xwe re birin.
Eşkere bû ku hejmara kesên êrîş kirine ji 2 kesan zêdetir bû ye.
Medyaya ser bi partiya Yekîtî ve ragihand ku gelek tiştên di ofîsê, weke sûret, belge û arşîv hatine dizîn,
Heta niha di derbarê wê êrîşê de tu daxuyanî ji aliyên berpirs ve derneketiye her wiha partiya Yekîtî jî nexistiyê stûyê tu aliyan.
Ocalan mêvanê programa 2 ALÎ ye (Vîdyo)
Bakurê Kurdistanê di nava agir de ye...
Her roj bi hezaran xelkê sivîl koçber dibe, ne cî ne jî war. Şer mala wan xerab kir.
30 salin Kurd şer dikin, bi dehhezaran qurbanî, bi hezaran wêrankirina gundan, penaberî, koçberî, bêkarî, belaya ku hate serê Kurdan nahate serê tu kesekî.
Pêvajoyeke aştiyê hebû, hinekî aramî çêbûbû ew jî dawî lê hat û agirê ku hinekî sar bûbû, dîsa pêket.
Sûcdar kî ye? Hikûmet e, yan jî dijberên hikûmetê ne?
Hinek AKP partiyê bi wê yekê tewanbar dikin û dibêjin derdê wê tenê ew bû ku kêşeya di navbera xwe û PKK de çareser bike, derdê wê ne Kurd ne jî pirsa Kurdî bû.
Dibêjin, çima AKP girîngî neda alternatîvan û di çareserkirina pirsa Kurd de ne cidî bû û dawiya siyaseta wê ya şaş jî em li ortê dibînin.
AKP çima nikaribû sînorê nakokiyên xwe û PKK derbas bike û pêvajiyê bike pêvajoya hemû Kurdan û her kesî têde beşdar bike.
Çima derdê AKP, tenê PKK bû, ne Kurd ne jî pirsa kurdî bû?
Mêvan:
Dr.Ahmet Înan, namzetê APK û mamostayê zankoyê
Osman Ocalan, siyasetvanê Kurd
Serokatiya wî 6 mehên din hate dirêjkirin
ENKS di civîna xwe ya dawîn de ku li Qamişlo pêk hat, bi beşdarbûna hemû partiyên endam û delegeyan, bi dengekî giştî biyar da ku serokatiya Brahîm Biro ji bo ENKS û her wiha emîndariya gişyî ya Encumenê ji bo 6 mehên din were dirêjkirin.
Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd Siyamend Haco jî, cihê Hemîd Hecî Derwêş girt û bû endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKS.
Serokwezîr biryarên girtîng distîne
Endamekî Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku di demek nêzîk de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê “pêngavên mezintir” di warê reformê de bavêje.
Parlamenterê Kurdistanê û endamê Fraksiyona PDKê Firset Sofî derheqê xebatên reformê yên Hikûmeta Kurdistanê de ji Rûdawê re got, reform dê bidomin û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotiye êdî rewşa Herêma Kurdistanê dê wiha nemîne.
Firset Sofî da zanîn ku Serokwezîr Barzanî dê di demek nêzîk de biryarên pir girîng di warê reformê de bide û got, ew biryarên ku di civîna 21ê Kanûna sala 2015ê ya hikûmetê de hatibûn ragihandin, “tenê destpêk” bû, çimkî hikûmet xwe ji pêngavên pir berfireh û mezin re amade dike.
Wî endamê Parlamentoya Kurdistanê her wiha anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê ji bo çareserkirina kirîza siyasî bi rayedar û nûnerên partiyên siyasî re bicive.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna roja 21ê Kanûna par de biryara reformê ûkêmkirina xercên hikûmetê dabû. Rûdaw
Avukateke Kurd li Hewlêrê xwe kuşt – Vîdyo
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Polîs ê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand, ew parêzera ku çend roj berê mirî hatibû dîtin, bixwe xwe kuştiye. Rapora nojdariyê jî dibêje, ew keçik rastî êrişa cinsî nehatiye.
Çend roj berê parêzera bi navê Naz Silêman li nav bajarê Hewlêrê mirî hatibû dîtin. Malbata wê di wê baweriyê de bû ku Naz “hatiye kuştin û şewitandin”.
Her wiha hatibû îdiakirin ku rastî êrişa cinsî hatiye kirin paşê hatiye kuştin.
Lê li gorî rapora nojdariyê, ew rastî ti êrişekî nehatiye û di warê seksî de silamet e.
Rêveberê Polîs ê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet jî îro encamên lêkolîn û lêpirsînên bûyera mirina wê parêzera kurd de eşkere kir û got, wê keça kurd bixwe xwe kuştiye.
Ebdulxaliq Telet her wiha ragihand ku ew keçik rastî êrişa cinsî nehatiye û bûyera mirina wê jî teror nebûye.
Li gorî agahiyên rêveberê Polîsê Hewlêrê, wê parêzerê bi gaza “CO2” (Dî Oksîd Kerbon) xwe fetisandiye.
Gelek şervanên YPG cuda bûn û çûne nava Pêşmerge
jêdereke taybet ji RjavaNews re got, hejmarejk ji çekdarên YPG bi çekên xwe ve cuda bûn û tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bûn, ku niha li Devera Rebîe ya sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û kurdistana Sûriyê de dimînin. Herwiha heman jêderê da zanîn ku 22 çekdarên YPG, duh cuda bibûn u tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bibûn, ku di 2 ji wan bi çekên Doşka cuda bûne û yên din jî bi çekên xwe yên sivîk cuda bûne.
Demeke ku Fermandarên YPG, bi taybetî piştî ku Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê berên xwe dane sînorê bi Kurdistana Sûriyê re, ji metirsiya ku çekdarên wan cuda bibin û tevlî Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bibin, çekdarên xwe yên Ereb anîne nêzîkî sînor. Comerd Hemdoş
YEKÎTÎ: PYD terorê dike…
Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê, revandin û îşkencekirina endamê xwe û peyamnêrê malpera Yekîtî Midya, Cengîn Elîko xiste stûyê Asayişa PYDê û ew bi karekî terorîst wesif bi nav kir.
Di daxuyaniyekê de, Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî got ku di berdewamiya karê tirsandina kurdan de, grûpeke çekdar ji Asayişa PYDê endamê partiya Yekîtî û peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdya Cengîn Elîko ji nav bajarê Dirbêsiyê û li pêş çavên xelkê revandiye.
Li gorî daxuyaniyê, rojnamevan Cengîn Elîko bi darê zorê berve Serêkaniyê hatiye birin û li wir bi şêweyekî hovane bi boriyê hesin rastî lêdanê hatiye û bi giranî birîndar bûye.
Daxuyaniyê da zanîn ku piştî Elîko di encama lêdanê de ji hişê xwe çûbû, Asayişa PYDê telefona wî dizîbû û ew bicî hiştibû.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Partiya Yekîtî ev kiryar weke tawan û kiryareke terorîst wesif kir û berpirsyariya her tiştekî ku were serê Cengîn Elîko xiste ser milê PYDê.
Asayîşa PYD rojnamevanek revandin û îşkencekirin
Asayîşa PYD li rojavayê Kurdistanê li bajarê Dirbêsiyê peyambêrê YEKÎTÎ MEDIA Cengîn Elîko revandin û bi boriyên ji hesin ew îşkence kirin. kesên ew revandine rûyê wan girtî bûye bi kurdî û erebî axifîne û gotine ew asayîş in, şahidhal jî dibêjin ew asayîş bûn.
Dr. Kawa Ezîzî: Mêjiyê Salih Mislim biçûk e!
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Dr. Kawa Ezîzî di hevpeyvîneke xwe ji bo RojavaNews , bersiva hevpeyvîneke hevserokê PYD Salih Mislim da û got, ew bi heykelê xwe yê mezin û mjiyê xwe yê biçûk dixwaze şerê îradeya navdewletî bike. Ezîzî got, derbasbûna pêşmergeyên rojava ne di destê Salih Mislim û ne jî di destê partiya wî de ye.
Mislim di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya erebî El Qudus El Erebî got, bila Pêşmerge tevlî YPG bibin, ew nahêlin pêşmerge derbas bibin û eger derbas bibin wê şerê birakujî derkeve.
Ezîzî her wiha got, tiştek bi navê şoreşa rojava tune ye, tiştek heye ew jî PYD bi wekalet karê rêjîma Sûriyê dike, û ew ne îtîrafê bi rêjîma Sûriyê dikin ne jî bi wekîlên rêjîmê.


































