Serrûpel Nûçe “Me nexwest em di bin ebaya PYD de biçin…“

“Me nexwest em di bin ebaya PYD de biçin…“

Belav bike

Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Derwêş, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojanmeyeke herêmî li rojavayê Kurdistanê got, heta niha Esed serokê Sûriyê ye, û ewê bi rêzgirtin jêre bêje, birêz Dr. Beşar Esed.

Li ser beşdarnebûna di civîna Himêmîm de, Hec Derwêş dibêje, wan nexwest di bin ebaya PYD de beşdarî civînê bibin, û diyar kiriye ku civîna Himêmîm ne serkeftî bûn, û kesên ku çûbûn di heman rojê de vegeriyan.

Hecî Derwêş her wiha gotiye, ew otonomiyê dixwazin û divê her Kurdek wê yekê bibihîse.

Sekreterê partoya Pêşverû ji ENKS daxwaz dike ku xwe ji nava Itîlafê bikişîne, ji ber ku Îtîlaf itîrafê bi mafê gelê Kurd nake û helwesta rêjîmê ji ya Îtîlafê baştir e.

Li gor ku di hevpeyvînê de hatiye, parêzgarê Hesekê serdana wî kiriye û bi hev re xwarineke xweş jî xwarine.