Serrûpel Nûçe Sûriyê li dijî rojava biryareke nû derxist

Sûriyê li dijî rojava biryareke nû derxist

Belav bike

 

Çavkaniyekê ji Rûdawê re aşkere kir, ku Hikûmeta Sûriyê di helwsteke nû ya li hember Rojavayê Kurdistanê de, biryara qutkirina mûçeyên bi hezaran kesî daye.

 

Li gorî jêderên ji Rêveberiya Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyê di biryara xwe ya nû de, mûçeyê 4000 karmendên li parêzgeha Hesekê birriye.

 

Hat zanîn, ku Rêveberiya Şamê bi hinceta ku ew kes tevli milîsên Feyleqa 5 a ser bi Artêşa Sûriyê nebûne, mûçeyên wan hatine qutkirin.

 

Çavkaniyekê taybet ji Rûdawê re aşkere kir, ku Sûriyê bo dubare xerckirina mûçeyên wan kesan merc daniye û ji bo ku karmend bikaribin mûçeyên xwe werbigire, divê belgeyeke diyarkirina rewşa xwe ji îdareya leşkeriyê (tecnîdê) werbigire û divê ew kes ji aliyê Feyleqa 5 ve nehatibe daxwazkirin.

 

Heman çavkaniyê eşkere kir ku navê 200 karmendên Desteya Perwerdeya Hesekê di nava lîsta kesên daxwazkirî ya Feyleqa 5 de hatiye.

 

Feyleqa 5 ser bi Artêşa Sûriyê ve ye û di meha 11 a sala 2016ê de hatiye avakirin û taybet bi pêkanîna operasyonan. Rûdaw