Hinekan li Efrînê bombeyên molotov avêtine mala endamê komîteya navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo.
Di daxuyaniyekê de Apo, ragihand ku duh bi şev derdora saat 8 bi şev, mala wî li taxa Eşrefiye li Efrînê rastî êrîşeke bi 4 molotovan hat.
Di encama wê êrîşa bi bombeyan de, serbanê xaniyekî malê şewitî, piştre bi alîkariya cîranan agir hate vemirandin.
Apo dibêje, piştî wê êrîşê dewriyeke li gor gotina wî asayîşa sulteya bi wekalet, xwe gihande cihê bûyerê û diyar kir ku armanca wê êrşê jiyana wî û ya malbata wî bû.
Endamê komîteya navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo her wiha diyar kir ku, ew êrîşa bi bombeyan tehdîdek bû li dijî wî û rêbaza partiya wî û encumena niştimanî ya Kurd ENKS ye.












































