Serrûpel 2017

Arşîva salane: 2017

“PYD dîktatore û divê PKK ji Şengalê derkeve“

Di hevpeyvîneke xwe de ligel BBC, beşê farisî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di derbarê rojavayê Kurdistanê de ji bo PYD got, tenê yek daxwaza me ji wan heye, ew jî bi hemû aliyan re danûstandinê bikin û bi wan re li hev bikin. Ew derfeta kar û çalakiyan nadin tu partiyeke din û siyaseteke dîktatorî dimeşînin." Derbarê girtina sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, Barzanî dibêje "Sînor tenê ji bo alîkariyên mirovî vekirî ne. Lê ew rê nadin çek di sînor re derbas bibin. Ew niha wê yekê gotûbêj dikin ka gelo ew çi bikin ji bo ku ew sînor bêhtir bêne vekirin, çimkî ev di qazanca me hemûyan de ye." Barzanî got, pêşmerge çûne Kobanî û ligel biyarê xwe Kobarî rizgarkirin û vegeriyan, heman tiştî ew ji PKK jî daxwaz dikin ku ji Şengalê derkevin. Birayên me yên Kurdên rojava, roleke mezin di rizgarkirina Şengalê de lîstin, ew spasiya wan dikin ku hêviya wan ewe ku PKK û hêzên ser bi wê ve ji Şengalê derkevin, û mayîna wan li Şengalê wê pirsgirêkên mezin çêbike, ji ber hesasiyeta Şengalê.

FLAŞ… FLAŞ… Destûra Sûriyê ya nû

Rûdaw reşnivîsa projeya destûrê Sûriyê belav dike ku ji aliyê Rûsya ve hatiye amadekirin û têde navê Erebî hatiye rakirin û navê Komara Sûriyê hatiye bicihkirin. Rûdawê karîbû reşnivîsa projeya destûrê Sûriyê bidest bixe, ku ji aliyê Rûsya ve hatiye amadekirin, û li Astana ji her dû şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê re hatiye pêşkêşkirin, û têde navê Sûriyê ji Komara Erebiya Sûriyê dibe Komara Sûriyê, û têde otonomî ji bo deverên Kurdî hatiye bicihkirin, û wê li van devera zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî bibe zimanekî fermî. Li gor projeya destûrê, dema serokatiyê li Sûriyê 7 sal dimîne, yanî weke xwe, lê ew nikare du caran li ser hev bibe kandîd. Di projeya destûrê de sîstema ne navendiya desthilatê hatiye bicihkirin, yanî La merkeziya sulte.

Serokê ENKS: Rûsya jî pişta xwe da PYD (vîdyo)

Serokê ENKSê brahîm Biro li Astana ya paytexta Kazaxistanê ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku PYD xwe weke ‘xeta sêyem’ bi nav dike, bo danûstandinên navdewletî nayên vexwandin, çimku tiştek wisa tine ye. Biro herwiha got, hevpeymanên PYDê piştgiriya beşdarbûna wê di civînan de nakin” û tekez kir, ku “heta Rûsyayê jî pişt da wan.”

PKK hêzeke nû li Şengalê ava kir (vîdyo – foto)

PKKê hêzeke Taybet Li Şengalê bi navê (Hêzên Taybet yên Êzdîxanê) ava kir.Li piştî avakirina YBŞ-YJŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê, PKK Hêzên Taybet yên Êzdîxanê jî ava kir. Li Şengalê ev dewreya perwerdê ya Sêyemîn a Hêzên Taybet yên Êzdîxanê ye ku vedibe. Li gorî agahiyên ji ajansa PKK (RoJNews) Hêzen Taybet yên Êzdîxanê, li Akademiya Êzdîxanê dewreya bi navê Şehîd Duwax vekir û dest bi serdemeke nû ya perwerdê kir. Dewreya beriya vêya jî bi navê dewreya Şehîd Bêstûn bû.

Destê kîjan serokî li ser çi ye? (vîdyo)

Di dema merasîma veguhestina serokatiya Emerîka de, serokê berê yê Emerîka Barack Obama, ya bi zanebûn yan jî bê zanebûna destê xwe danî ser paşiya jina serokê Emerîka, Melania Trump. Lê ji bo zanebûna we, ev fotoya ku li seranserê cîhanê belav bû, photoshop bû.

Cerablus: “Ellahûekber… Bijî Erdogan!” (vîdyo)

Li gorî dîmeneke vîdyoyî ku li ser tora civakî ya înternetê hatiye belavkirin, eşkere dibe ku hêzeke polîsan, di dema perwerdeyê de sloganên weke "Bijî Erdogan bijî Turkiye" bilnid dikin.. Di dîmenan de diyar dibe ku hêzên polîsên Cerablusê cil û bergên polîsên Tirkiyê li xwe kirine û sloganên ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Tirkiyê bilind dikin û erebî dibêjin "Bijî Erdogan bijî Turkiye û bijî Sûriyeke azad". Di 24ê Tebaxa 2016an de, Tirkiyê dest bi operasyona Mertala Feratê kir, yekem deverên ku ji destê DAIŞê derxistine Cerablus bû.

Serok tehdîd kir: Ezê serxwebûnê ragihînim

Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya erebî El Şerq El Ewset, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di derbarê pirseke girêdayî Sûriyê de got, ew bawer nakin ku Sûriyê careke din vegere weke berê, û diyar kir ku li gor baweriya wî, wê rojhilat û rojavayê çemê Ferat li Sûriyê ji hev cuda bibin û li ser Sûriyê di navbera Emerîka û Rûsya de bazarek heye. Barzanî got: Kê ziyan ji wê bazarê dît, kê firot, kê kirî, ez nizanim. Serokê herêmê Mesûd Barzanî her wiha diyar kir ku Rûsya rêjîma Sûriyê rizgar kir û pêwendiyên Kurdistanê bi Rûsya re baş in û Rûsya yekemîn welatê mezin bû ku konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir. Li ser pirseke ka ewê biçe serdana Sûriyê ji bo ku Esed bibîne yan na, serok Barzanî bersiv da û got, di dema niha de zehmet e, lê dibe ku di dema pêş de ew pêk were û tiştekî mustehîl tune ye. Di derbarê mayîna Esed de li ser destelatê, serok Barzanî got, pêşketin wê yekê nîşan didin ku ewê bimîne

Şervanekî emerekî yê YPG şehîd ket

Şervanekî Amerîkî di nav rêzên YPGê de li bakurê Reqayê şehîd bû. Navenda ragihandinê ya YPGê eşkere kir ku şervanekî Amerîkî ku di Mijdara 2016 an de tevlî nav rêzên YPGê bibû, di şerê dijî DAIŞê li gundê Siwêdîka biçûk li bakurê Reqayê şehîd bû. Navê wî şervanê Amerîkî Pawlo Tode, û xelkê Los Aculosa Amerîka ye, û bi navê Kawa Amed di nav YPGê de cihê xwe girtibû. Navneda Ragihandina YPGê ragihand ku şerê wan li derdora Reqa dijî DAIŞê berdewam dike, heya ku bi yekcarî wê deverê paqij bikin.

15.000 pêşmergeyên rojava amade dibin

Pêşmergeyên Rojava, hêza xwe berfereh dike û wê rê li ber hejmareke mezin ji keç û xortên rojavayê Kurdistanê veke ji bo ku beşdarî nava wê hêzê bibin. Niha hejmara pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) bêhtirî 4.000 pêşmerge ne, ewê xwe bigihîne 15.000 pêşmerge û artêşeke mezin ya bi awayekî modern perwerdekirî ava bike. Ji ber ku PYD rê nade ew pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, ew niha li başûrê Kurdistanê ne û di şerê Daişê de berxwedaneke mezin kirine û bi dehan şehîd dane û gelek birîndar bûne.

Serkirdeyê Partiya EL Baas li Qamişlo ye

Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Bees ya Sûriyê Xelef El Muftah li bajarên Qamişlo û Hesekê yê Rojavayê Kurdistan dest bi civînên hizbî yê partiya xwe kir. Xelef El Muftah ligel şandeke partiya Bees doh gihşte balafirxaneya Qamişlo û îro li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dest bi kongireyên xwe yên hizbî kirin. Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Bees Xelef El Muftah ji Rûdawê re ragihand, ku civînên wî li Qamişlo û Hesekê berdewam dikin, û di cîvînên îro de, ku bidawî hatin, behsa çawaniya xurtkitina Artêşa hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Hesekê hat kirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com