Serrûpel 2017

Arşîva salane: 2017

Mihemed Îsmaîl red kir bi kefalet were berdan

Sekreterê polîstbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl ku di zindanên PYD de ye, sebeba girtina wî jî ji ber ku beşdarî rakirina cenazeyê pêşmergeyekî şehîd bûbû, ew niha di zindanê de nexweşe û serbest nayê berdan. Îdareya zindanê pêşniyar kir ku ji bo here doktor bi kefalet were berda, partiya wî PDK-S red kir ku ew bi kefalet were berdan. Asayîşê pêşniyar kiribû, bi kefalet derkeve biçe doktor, pişt re dîsa vegere zindanê.

“PYD tenê dixwaze Tirkiyê razî bike“ (Vîdyo)

Berpirsekî AK Partiyê dibêje, ew daxuyaniyên PYDê û YPGê yên derbarê başkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê qet bawer nakin.

YPG bi Tirkiyê re flort dike lê Tirkiyê bawer nake

YPG daxuyaniyek belav kir û têde mesajên nerm yên dostaniyê ji Tirkiyê şandin. Fermandariya giştî ya YPG dibêje ew dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyê re deynin û ew ne beşekin ji nakokiyên di navbera Kurdan û Tirkiyê de li bakurê Kurdistanê. Li aliyê din ENKS jî diyar dike ku eger PYDê pabendî rêkeftinan ba, ewê beşdarî hemû konferans û danûstandinan biba, û wê beşek ba ji hevdîtinên di derbarê çaresekririna kirîza Sûriyê de, wê demê qet pêwîst nedikir ku YPG daxuyaniyên bi vî rengî derxistiba..

Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê da û tê de wiha got: "Duh daxuyaniyeke bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserî ya ser bi PYDê, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye kirin, ew di daxuyaniya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3ê vê mehê çend balafirên şer ji bingeheke serbazî ya ezmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizêrî bomberan kirine." Li ser wê daxuyaniyê Sefîn Dizeyî dibêje, ew bi her awahî wan idîayan red dikin, û ew daxuyanî tenê cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye. Dizeyîn her wiha dibêje: Diyare Cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Ma ka bingeha leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyare ew ne li ser hişê xwe ne û têk çûne!."

Dîlana şervanên YPG li Şêx Meqsûd – VÎDYO

Dîlana şervanên YPG li Şêx Meqsûd

Ehmed Silêman tiştekî serast dike

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê Ehmed Silêman ji Tora medyayî ya Rûdaw re ragihand, ku wî di hevdîtina diyaloga rewşenbîran de, qet ne gotiye ku ew li dijî Dewleta Kurdî ye. Silêman da zanîn ku wî gotiye dewleteke kurdî yan cudabûna kurdan ji Sûriyê, ne di berjewendiya kurdan de ye. Her wiha tekez kir ku ew helwesta wî ne ji bo razîkirina kesayetiyên beşdar bû.

Li derveyî PYD hevdîtin pêk tên

Li Şam û Himêmîm danûstandin di derbarê çarnivîsa navçeyên Kurdî de li Sûriyê û doza Kurd têne kirin.

Hevdîtin di navbera PDK-S û PYD de çêbûne?

Ofîsa Ragihandina Navendî ya PDK-S red kir ku partiya wan hevdîtinên nehênî digel PYD li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêk anîbin.

PKK: Me negotiye emê ji Şengalê derkevin

KCKê daxuyand, ku gerîlayên wan bi armanca parastina kurdên êzidî çûne Şingalê û heta li Şingalê rêveberiyeke xweser neyê avakirin jî ji wir dernakevin.

ENKS destûra Kurdistana Sûriyê amade kir

Tora Medyayî ya Rûdawê, reşnivîsa projeya destûra Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê amade kiriye, û ji 115 madeyan pêk tê, bi dest xist.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com