Rûs dibêjin eger YPG û PYD bi gotina wan kiriba ev tişt nedihat serê Efrînê.
Koordînatorê pêwendiyên derve di parlmana Rûsî de Reslan Mamîdov di hevpeyvîneke xwe de, eşkere kir ku li Efrînê Kurd ketin xefkê.
Mamîdov dibêje, hikûmeta Sûriyê pêşniyar ji Kurdan re bir û got sînorê Efrînê û dezgehên hikûmetê radest bikin ji bo ku rê li ber êrîşên Tirkiyê were girtin, lê Kurdan qebûl nekir.
Mamîdov her wiha got, Kurdan li Efrînê texmîn dikir ku wê Emerîka wan biparêze û dest ji wan bernede û wê nehêle ku Tirk êrîş bikin.
Serokê pêwendiyên derve di parlamana Rûsî de her wiha dibêje, Emerîka berjewendiyên xwe diparêze ne Kurdan.











































