Şêwirmendê rojnamevanî yê YPG li Efrînê ragihand ku danûstandin di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de heye, ew jî ji bo hatina artêşa hikûmetê bo Efrînê û bersivdayina êrîşên Tirkiyê.
Rêzan Hido ji televîzyona nêzîkî hikûmeta Sûriyê El Meyadîn re ragihand heger danûstandinên di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de bigihên encamekê ew ji raya giştî re ragihînin.
Hido pesna artêşa Sûriyê da û got mafê hikûmeta Sûriyê heye derbasî Efrînê bibe.
Rêzan Hido her wiha diyar kir ku ew dixwazin artêşa Sûriyê û hikûmet vegere Efrînê.











































