YPG dibêje hêzên Tirkiyê derbasî nav beşekî ji Reco bûne
Artêşa Tirkiyê dibêje ew derbasî nava bajarê Reco yê Efrînê bû û dîmenên derbasbûna nava bajêrê belav kir û fermandariya YPG dibêje hêzên Tirkiyê derbasî nav beşekî Reco bûne û şer li nav bajar berdewam dike.
Li gor dîmenên ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê hatine belavkirin, leşkerên Artêşê û çekdarên wê, derbasî navenda Recoyê bûne, li gor xuya dibe hêzeke mezin ji bo şerê nav vê navçeya Efrînê hatiye amadekirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim jî di kongreya partiya xwe de li Konya ragihand ku wan bajarê Reco ji destê YPG derxistin û ew ber bi Efrînê ve diçin.











































