Roja 01 vê mehê bi şev (derdora saat 1) serkirdeyê ENKS û koordînatorê giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê Fêsel Yusuf li Qamişlo hate girtin.
Hevalên wî dibêjin, grûpeke çekdar ku nav li xwe dikirin asayîş, ew bi şev ji mala wî derxistin û bi xwe re birin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbata Fêsel Yusuf, dibêje ew çûne cem asayîşa Qamişlo, ji wan re gotine ku ew li cem asayîşê ne girtiye.
Wê demê kê Fêsel Yusuf revandibe?
Kesên ku ew ji mal birine gotine, ew asayîş in.












































