Serrûpel Nûçe ENKS êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir

ENKS êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir

Belav bike

(ENKS) idamkirina 3 ciwanên Kurd li Îranê û êrîşa duh li ser bargehên her du hizbên demokrata Kurdistanê li Koyê bi tundî şermezar kir û ragihand terora Îran bi her awahî berdewam dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku rêjîma Îranê bi destêwerdana xwe di karûbarên welatên din de, navçe xistiye şerekî û aramiya herêmê xerab kiriye.

ENKSê tekez kir, êrîşên Îranê yên hovane nikarin îradeya gelê Kurd û bi destxistina mafên xwe yên netewî yên rewa bişkînin.

Encumena Kurdî serxweşî û sersaxî ji malbatên şehîdan re daxwaz dike û hêviya saxbûna birîndaran dike.