Serrûpel Nûçe Berdevkê YPG: Em neçûne Idlibê

Berdevkê YPG: Em neçûne Idlibê

Belav bike

YPGê ragihand ku hêzên wan li Idlibê tune ne û ew beşdarî operasyona
Idlibê nebûne.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Nûrî Mehmûd ragihand ku ew nûçeyên behsa beşdarbûna hêzên wan di operasyona Idlibê de dikin, nerast in.
Nûrî Mehmûd daxuyakirin, ku YPG û YPJê di şerê dijî DAIŞê de berdewam dibin, heya ku bakurê rojhilatê Sûriyê bi temamî ji wê rêxistina terorîst bê paqijkirin.
Berdevkê YPGê ev yek jî anî ziman, ew dibînin ku mafê wan ê rewa heye ku li dijî Artêşa Tirkiyê li nav erda Sûriyê şer bikin, lê tu hêzên wan li Idlibê tune ne.