Serrûpel Nûçe MSD: Pêwendiya me bi Îtîlafê re berdewame û bi Tirkiyê re jî…

MSD: Pêwendiya me bi Îtîlafê re berdewame û bi Tirkiyê re jî…

Belav bike

Nûnerê Meclîsa Sûrya Demokratîk li Washington got, pêwendiyên wan berê jî bi Îtîlafa Sûriyê hebûn niha jî berdewam in.

Besam Îshaq her wiha eşkere kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re baş bikin û ew ne dijminê Tirkiyê ne.

Her wiha got, hêviya wan ewe ku diyaloga wan û Tirkiyê dest pê bike.

Tirkiyê MSD, PYD, YPG, HSD hemûyan weke rêxistinên PKK dibîne li Sûriyê.