Serrûpel Nûçe Bavê wî dibêje: PYD kurê min yê 14 salî li gundê Ehresê...

Bavê wî dibêje: PYD kurê min yê 14 salî li gundê Ehresê revand û çekdar kir

Belav bike

Celal Cabo, bavê zarokê 14 salî Cemal Cabo, ragihand ku hêzên ser bi PYD ve li gundê Ehresê yê Herêma Şehebaa revandin û ew birin cihekî taybet û çekdar kirine.

Ew devera zarokê li hatiye revandin, di bin kontrola YPG de ye.

Bavê wî dibêje, kurê wî tevlî hêza bi navê Hêza Nû kirine, ku hêzêke ciwanane û ser bi YPG ve ye.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê jî ragihand ku piştî 2 rojan ji îmzekirina çekdarnekirina zarokan ji aliyê HSD-YPG ve, ku fermandarê HSD Mezlîûm Kobanî li CInêvê ligel UN îmze kiribû, ew zarok hatiye revandin û çekdarkirin.

 

Bavê zarok Celal Cabo, li ser rûpela xwe ya Facebookê bang li YPG û rêxistinên navdewletî kir û kurê wî azad bikin.