Emerîka ragihand ku hevdîtinên wan û Tirkiyê baş derbas bûn û ji bo birêvekirina navçeya aram wê di demeke gelekî nêzîk de Navendeke Operasyonên Hevbeş li Enqerê were avakirin.
Balyozxaneya Emerîka li Enqerê di derbarê civînên di navbera Emerîka û Tirkiyê de ragihand ku, Navçeya Aram wê bibe korîdoreke aştiyê.
Balyozxaneya Emrîkî di ragihandinekê de eşkere kir ku gelekî nêzîk ewê dest bi cîbicîkirina tedbîrên sereke bikin, ji bo nehîştina dilgiraniya emnî ya Tirkiyê li ser sînor.
Balyozxaneyê diyar kir ku divê hemû hewl werin dayîn ji bo ku xelkê Sûriyê vegere welatê xwe.












































