Serokê Emerîka Donald Trump di vê Twitta xwe ya dawîn de dibêje:
Êdî divê dawî li vî şerê bêdawî were.
Trump got: Bawer nakim ku divê leşkerên me 50 salên din sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de biparêzin, di demekê de em nikarin sînorê xwe biparêzin.
Trump dibêje: “Niha li wir herêmek bi sînorê Tirkiyê re heye, kûrahiya wê 30 km. (mebesta wî herêma aram e), Kurd jê vedikişin, ev jî baş e.
Her wiha got: Me DAIŞ şikand û divê em vegerin welatê xwe. Dihat pêşbînîkirin, em 30 rojî li Sûriyê bimînin, lê 10 salan dirêj kir. Ev şer bidawî nabe û divê em leşkerên xwe vegerînin welatê xwe.”
Serokê Emerîka gto: Eger Tirkiye pabendî parastina pêkhateyên navçeyê neparast, Washington wê Tirkiyê giran ceza bike.










































