Hevserokê berê yê HDP ku niha di zindanê de ye Selahattin Demirtaş, di rûniştina dadgehê de li ser doza Kobanî, got serokê istîxbarata Tirkiyê MIT Hakan Fidan ji wî re gotiye: Em te bixin cihê Ocalan.
Demirtaş dibêje, wî ji serokê MIT re gotiye ew wê yekê qebûl nake, ew ew e, Ocalan jî Ocalan e.











































