Serrûpel Nûçe REUTERS: Tirkiyê mijûlî derxistina yasayekê ye ji bo vegera gerîlayên PKK

REUTERS: Tirkiyê mijûlî derxistina yasayekê ye ji bo vegera gerîlayên PKK

Belav bike

Tirkiyê niha amadekariya wê yekê dike ku yasayekê derxîne ji bo ku gerîlayên PKK bikaribin vegerin.

Li gor wê yasayên wê bi hezaran hem gerîla hem xelkê ku nikaribin vegerin wê bikaribin hem ji başûrê Kurdistanê hem jî ji cihên din vegerin.

Raporteke ajansa Reuters dibêje, niha efûyeke giştî ji bo gerîla ne di rojevê de ye.

Dibe ku fermandarên bilind yên serbazî yên PKK biçin welatekî sêyem.

Reuters dibêje, berpirsekî heta niha Tirkiyê nêzîkî 1000 berpirs û fermandarên pilebilind û navîn ên PKKê red kiriye ku wan werbigire, û pêşniyar kiriye ku bo welatekî sêyemîn werin şandin, di nava wan welatan de welatên Ewropa jî hene.