Berî ku General Mezlûm Ebdî li Koşka Gel li Şamê daxuyaniya hilweşandina HSD bide, wî û serokê Sûriyê Ehmed Şerii li ser van xalên grîng li hev kirin:
-
Mezlûm Ebdî dibe şêwirmendê serokatiya Sûriyê ji bo karûbarên Kurdî û pêkhateyan, piştre wê mersûmeke serokomariyê derkeve.
-
Îlham Ehmed di parlamana Sûriyê de posteke bilind werdigire (Berpirsa Dosya Kurdî yan jî ya derve)
-
Di civînên dawî de, pêşniyara postekê di wezareta Derve de ji bo Îlham Ehmed tê gotûbêjkirin, yan alîkara wezîr yan jî şêwirmenda Bilind.
-
Wezîrê Derve Esed El-Şeybanî roja Duşem û Sêşemê li Şamê du civîn bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re pêk anîn, li ser hevdîtina bi Serok Ehmed Şerii re li Koşka Serokatiyê li hev kirin. Di wan civînan de biryar hate standin ku Ebdî di konferanseke rojnamevanî de hilweşandina hemû saziyên leşkerî û sivîl (HSD û Rêveberiya Xweser) ragihîne.
-
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ku nêzîkî 1500 şervan in, wê tevlî Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş) bibin, ser bi Wezareta navxwe. Ev hêz wê li bakurê rojhilatê Sûriyê (herêmên Kurdî) di şerê dijî terorê de cih bigirin.
-
Şervanên HSD di nav çar lîwayên Artêşa Sûriyê de cih digirin. Her lîwayek ji 1300 şervanan pêk tê, hejmar dikare bibe 1700 şervan jî, hêzên Kurdî wê bêhtir li ser sînor bin.
-
Biryarek fermî ji aliyê Dewleta Sûriyê ve were derxistin ku Zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û dersên wek Dîrok, Cografya û hwd. li dibistanan bi zimanê Kurdî werin xwendin.
-
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Tirkiyê bikin û ligel rêberê PKK Abdullah Ocalan bicivin, ev serdan li ser biryara Tirkiyê dimîne.
-
Tirkiyê wê navê Mezlûm Ebdî ji “lîsteya terorê” derxîne, weke ku navê Sîpan Hemo ji “lîsteya reş” derxistibû.









































