(Em careke din sersaxiya xwe ji malbata şehîd Sîban re dikin. Divê doza şehîdbûna Sîbanê wekî dozeke sûcî ya safî were dîtin. Komeke kesan bi nav û wêneyên wan têne nasîn. Divê ev doz ji her awayê eşîrî, neteweyî an siyasî dûr were girtin, da ku doz ji rêya xwe dernekeve û armanca wan kes û aliyan ku dixwazin herêmê bê aramî bikin pêk neyê Şopandina kesên din ên têkildar bi vê sûcê berdewam e û dê hemû kesên têkildar bên girtin û ji bo darizandinê bên şandin ber dadgehê, da ku cezayê xwe yê qanûnî bistînin.)