Serrûpel Nûçe Nivîskara Kurd Nesrîn Têlo koça dawî kir

Nivîskara Kurd Nesrîn Têlo koça dawî kir

Belav bike

Îro Şemî (26 îlon 2026), nivîskar û helbestvan Nesrîn Têlo li Norwêcê, di encama nexweşiyeke giran de li Norwêcê koça dawî kir.

Nesrîn Têlo li bajarê Qamişlo ji dayîk bûbû, di maleke niştimanperwer de mezin bûbû,  ew keça kesayetiya Kurd Ebdilqadir Têlo bû.

Bavê wê endamê “Komeleya Xoybûnê” bû, û serokê “Klûba Ciwanên Kurd” bû.

Nesrîn Têlo di sala 1979an de bawernameya lîsansa cografya wergirtibû.

Bûbû mamosteya lîse li Qamişlo.