Serrûpel Nûçe Lavrov: Em piştgiriya Kurdên Sûriyê dikin

Lavrov: Em piştgiriya Kurdên Sûriyê dikin

Belav bike

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov li UN, di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirseke Rûdawê da û got, ew piştgiriya Kurdên Sûriyê dikin, divê zimanê wan serbest be û pêwendiyên wî bi Mezlûm Ebdî re baş in.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Şemiyê got ku Moskow amade ye ku alîkariya Kurdên Sûriyê bike eger ev tişt jê were xwestin.

Lavrov ji rêveberê ofîsa Rûdawê yê UN ji Namo Abdulla re li New Yorkê behsa peymana întegrasyonê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kir, ew weke gaveke baş dît.

Lavrov herwiha têkiliyên berê yên Rûsya bi HSD re bi bîr xist, û got ku hêzên Kurd di sala 2019’an de, piştî ku serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump ragihand ku wê hêzên Amerîkî ji bakur û rojhilatê Sûriyê derkevin, ji bo alîkariyê HSD bi Moskowê re têkilî danîne.

Lavrov got: “Gava ku, bêjin, Amerîkiyan piştgiriya xwe rawestand – demek hebû, di dema serokatiya yekem a Donald Trump de, dema ku wî ragihand ku ew ê ji bakur û rojhilatê Sûriyê derkevin – wê demê Hêzên Sûriya Demokratîk yekser bi me re têkilî danîn. Me dest bi alîkariyê kir. Piştre Amerîkî vegeriyan. Û Hêzên Sûriya Demokratîk berjewendiya xwe bi me re winda kirin.”

Rûsyayê berê jî di têkiliyên di navbera desthilatdarên Kurd û Şamê de rolek navbeynkariyê lîstiye. Di Cotmeha 2019’an de, Moskowê alîkarî kir ku li dû êrîşek Tirk, peymanek were çêkirin ku hêzên hikûmeta Sûriyê bikişînin nav beşên bakur û rojhilatê ku di destê Kurdan de bûn.

Rûsyayê tevî hilweşîna Serokê berê yê Sûriyê Beşar el-Assad jî amadekariya xwe ya leşkerî li Sûriyê parastiye, û navendên wê yên li Hmeymîm û Tartûsê li ser danûstandinên bi hikûmeta nû ya Sûriyê re ne. Bi peymanek nû ya ku di Tebaxê de hate lihevkirin, tê pêşbînîkirin ku navendên leşkerî yên Rûsyayê bibin navendên perwerdehiya hevpar, lê di heman demê de dihêle ku Moskow amadekariya xwe biparêze. Jêder: Rûdaw înglîzî.