Serrûpel Nûçe Serokê istîxbarata Almanya bi sûcê Casûstiyê hate girtin

Serokê istîxbarata Almanya bi sûcê Casûstiyê hate girtin

Belav bike

August Hanning yê 80 salî, serokê berê yê istîxbarata Almanya bi sûcê casûstiyê hate girtin.
Girtina wî, bû skandaleke mezin li Almanya.
Li Almanya kesên ku ji bo istîxbarata welatên derve kar dikin, bêguman gelek in, lê serokê istîxbaratê bi xwe casûs be, ne titşekî normal e.
Ew hate girtin, niha di zindanê de ye, serdozger dibêje, wî zanyarî û dokumentên gelekî grîng dane welatên derve, lê nabêje wî dane kîjan welatî.

Li gor dozgeriya Almanya, wî li telefonên rawêjkara berê Angêla Merkel jî guhdarî kiriye.

August Hanning, 6 salan serokê Îstîxbarata Almanya ya derve bû, ku weke BND tê naskirin, alîkarekî wî jî hatiye girtin.

Çavên her kesî li rojên bê ye, ka di derbarê casûstiya wî de wê çi zanyariyên din derkevin.