Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de ku di MSHK’ê de hatiye belavkirin, li ser pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de sekinî. Serokê Herêma Kurdistanê got ku “Tu nakokiyên min bi Nûrî Malikî re nîne, ji ber Malikî berê gelekî li Kurdistanê maye û xwe dostê Kurdan nîşan dida.” Serokê Herêmê di berdewamiya axivitinê de got pirsên heyîn li ser; pêkanîna destûr, dayîna budceya pêşmerge, xala 140, qanûna petrol û gazê û pêk anîna peymana Hewlêrê ye. Her weha Serokê Herêmê diyarkir ku ew zihniyeta alîgirê çek qebûl nakin û weha pêdeçû ” Hinek wisa nîşan didin ku navbera min û Malikî de arîşeyên şexsî hene. Bila herkes bizane ku tu kêşeyek min digel Malikî tune, ji ber ku Malikî gelekî li Kurdistanê maye û xwe wek dostê kurdan nîşan dida. Em zihniyeta ku li dijî diyalogê ye û alîgirê çek û zordariyê ye, qebûl nakin, ji ber ku ev zihniyet bo gelê Kurdistan û Iraqê metirsî ye.” Serokê Herêmê der barê stendina baweriyê ji Nûrî Malikî de got ku ew ji helwesta xwe nepoşmane û got “Projeya stendina baweriyê ji Malikî ne projeya min e, ji ber ku pêşniyar kir reformên bingehîn li sîstema Iraqê de bê kirin lê paş hinek aliyên din bi birêz serokomar re civiyan û stendina bawriyê anîn rojevê û min jî pişgirî kir. Lê ez ji helwesta xwe poşman nînim û min ev yek bo berjewendiyên gelê Kurdistan û Iraqê kiriye.” Serokê Herêmê der barê hin aliyên Kurd de jî got ku divê hemû alî berjwendiya gelê Kurd li ber çav bigirin û hest bi berpirstiya xwe bikin. Der barê guhartinên li deverê jî dibin de Serokê Herêmê diyarkir ku ew piştgiriya serkeftina îradeya gelên heremê bikin û ji bo Kurdan jî diyarkir ku divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin.
Avestakurd
Avestakurd