Serrûpel Nûçe Cîgirê serokê Sûriyê Faruq Şerii cuda bû

Cîgirê serokê Sûriyê Faruq Şerii cuda bû

Belav bike
Li gora jêderên opozîsyona Sûriyê, ev çend rojin wî xwe li Şamê veşartibû.

Jêdereke ji Artêşa Azad ya Sûriyê got 2 serleşkerên din yên bilind bi Şerii re cuda bûne.

Heman jêderê got ku artêşa Sûriyê nîşangirên xwe li ser sînorê Urdunê bi cih kirine ji bo ku Farûq Şerii bikujin û bixin stûyê Artêşa Azad.

Weke tê zanîn Farûq Şerii 36 salin di xizmeta dewletê de kar dike û ji sala 2006 û vir de cîgirê serokê Sûriyê ye.

Çavdêrên siyasî dibêjin reva Şerii wê pişta Esed bişkîne.

AVESTA KURD