Serrûpel Nûçe Maradona bû balyozê Îmarat

Maradona bû balyozê Îmarat

Belav bike
  

Der barê ragihandina vê biryarê de Sekreterê Konseya Werzêşê ya Dubaî Ahmed Sead El Şerîf û Maradona li Dubaî civîneke çapemenî li dar xistin û di vê civînê de hate ragihandin ku dê Maradona heta Tebaxa sala 2013’ê balyozê Îmarat yê werzêşê be û dê bi hemû çalakiyên werzêşê rabe. Der barê vê biryarê de Maradona keyfxweşiya xwe anî ziman. Hêjayî gotinê ye, Diego Armando Maradona Rahînerê Yana El Wasil ya Îmaratî bû lê di qahramaniya Îmarat ya fotbulê de bi ser neketibû û erkê wî hatibû bidawîkirin.

 

 

Avestakurd