PYD’ê di daxuyaniya xwe de kuştina Walî şermezar kir û ragihand ku ‘ev karê hêzên tarî ye ku naxwazin yekîtiya Kurdan pêk bê.’
Her weha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê diyarkir ku ‘hin hêz û kes nahêlin gelê Kurd di bin siya DBK’ê de bibin’ û bang kir ku divê lêpirsîn der barê vê bûyerê de bê kirin û kuştina Walî bê ronkirin.
Li aliyê din PYD bi riya Facebook diyar kir ku destê wê û PKK di kuştina Walî de tune ye.