Ahmet Turk di mîtinga ji bo piştgiriya zîndana Amedê bikin muzayîk de axivî û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan rexne kir. Turk di mîtinga li qada îstasyona Amedê de behsa dîroka zînana Amedê û demên wê yên îşkenceyê kir û paşê diyarkir ku “Em ji kesekî tiştekî naxwazin, em mafê xwe, azadiya xwe dixwazin.” Her weha Erdogan rexne kir û got “Hûnê hemû gelê Kurd muxateb bigirin. Serokên wê muxateb bigirin. Bi Îmralî û Qendîl re hevdîtin bikin û bi BDP’ê û KCD’ê re hevdîtin bikin, wan muxateb bigirin.” Û got ku ew ‘ji bo dad û aştiyê têkoşînê dikin. Em mafê xwe, azadiya xwe dixwazin, em biratiya vale naxwazin.’
Avestakurd