Serrûpel Nûçe “Meclîsa Tirkiyê ji bo Kurdan firsendek e“

“Meclîsa Tirkiyê ji bo Kurdan firsendek e“

Belav bike

Kovara Fransî a L’Essentiel, hevpeyvîneke ku bi Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî re kiribû weşand. Barzanî di hevpeyvîna xwe de tîne ziman ku, ji bo Kurdên li Tirkiyê, di rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, meclîs firsendeke girîng e. 
Barzanî diyar dike ku, ti caran wana nexwestiye ku bi Tirkiyê re têkiliyên wan bêne qutkirin lê, Tirkiyê berê hewl daye ku wana bitirsîne. Serok Barzanî di mijara Tirkiyê de wiha dibêje: “Di serî de Tirkiye, em dixwazin li her derên ku Kurd lê dijîn, xwe bigihînine mafên xwe. Siyaseta ku niha Tirkiye dimeşîne, ji bo maf bidestxistinê kare roleke girîng bileyîze. Em li dijî çareseriyên ku tên xwestin bi xwîn rijandinê, pevçûn û çek bikaranînê bêne çareserkirin in. Rêberên siyasî yên Kurdên Tirkiyê jî îfade dikin ku, ew jî dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Di vê warê de em amadene ku çi ji destên me bê em bikin.”    
Li ser Suriyê jî Serok Barzanî îfade kiriye ku, 15 hezar penaberên ku li herêma wan hatine bicîhkirin hene. Serok Barzanî, “Kurdên Rojava heta îro ji aliyê rêvebirên Suriyê ve hebûna wan nehat qebûl kirin. Ji salên 1960 an vir ve, siyaseta rejîma Suriyê a li ser Kurdan dihat meşandin ev bû ku, Kurdan bikine Ereb. Kurdên Rojava jî wek Kurdên Başûr karin mafên xwe qezenç bikin. Yekitiya Rojava û Başûr ne di rojeva me de ye, lê di rojên pêş de wê çi bibe, kes wê nizane.”