Serrûpel Nûçe HPG: Li Şemzînan 28 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şemzînan 28 leşker hatin kuştin

Belav bike

 Li gor daxuyaniya HPG’ê li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên wan û leşkerên artêşa Tirk de diqewimin. Der barê van pevçûnan de HPG’ê got “Di 9’ê Cotmehê de li Girê Salaraya Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 12’ê Cotmehê de di navbera saet 14.00-18.00’an de li dijî leşkerê dijmin ê li girê Salarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê ji 3 baskan ketine girê Salara gelek çeperên dijmin têk birine. Bi awayeke hemwext ji aliyê gerîlayên me li dijî çeperên li derdora gir jî hatiye lêdan. Di encama çalakiya 4 saetan domandiye de 27 leşkerê li vî girî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, ji 30 î zêdetir leşker jî birîndar bûye.”

 

Avestakurd