Serrûpel Nûçe Franseyê Komkujiya Parîs a Cezayîriyan qebûl kir

Franseyê Komkujiya Parîs a Cezayîriyan qebûl kir

Belav bike
 Di bîranîna salvegera Komkujiyê de (17), Serokomarê Franseyê Hollande got “Li 17’ê Cotmeha 1961’an de bi êrîşeke xwînî xwepêşandarên Cezayîrî ku ji bo mafên xwe yê serxwebûnê xwepêşandan kirin hatin kuştin. Komar van bûyeran aşkere qebûl dike. Piştî 51 salan, ez rêzê ji bîrhatina qurbaniyan re digirim.” Hêjayî gotinê ye, li 17’ê Cotmeha sala 1961’an de, li ser ku hatibû qedexekirin jî, 30 hezar cezayîrî ji bo parastina serxwebûna Cezayîr daketin kolanên Parîsê. Lê polîsên Franseyê êrîşî wan kirin û di encam de 300 kes hate kuştin û 13 hezar kes hate binçav kirin.

 

Avestakurd