Selahadîn Demîrtaş nameyek ji partiya xwe re şand û ji aliyê hevseroka HDPê Serpîl Kemalbayê ve hat xwendin.
Demîrtaş di nameya xwe de dibêje: “Di kongirê HDP de, ku biryar e 11ê şibata bê were lidarxistin, ez xwe ji bo posta hevserokatiyê nakim kandîd.
Demirtaş dibêje: HDPê di qonaxa nû de wê xwe mezin bike û ji bo serketina HDP ezê alîkar bim”.
Selahadîn Demîrtaş ji sala 2014an ve, hevserokê HDPê ye. Ew di 4ê Çileya sala 2016an de, hate girtin û heya niha jî di zindana Edîrne de ye.