Serrûpel Nûçe “Ka kîjan leheng wê bibe serokê AKP´a Amedê“

“Ka kîjan leheng wê bibe serokê AKP´a Amedê“

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li Amedê daxuyaniyên girîng dane çapemeniyê. Demîrtaş, di derbarê operasyonên ku di bin navê “KCK”ê de tên kirin wiha got, “em baş dizanin operasyonên di bin navê KCKê de çawa tên rêvebirkirin, biryar çawa û li kuderê tên girtin. Kesên ku biryarên ev operasyonana digrin bila qet vê jibîr nekin. Ku çawa îro endamên Ergenekonê ji bo civînên darbe pêk anînê tên darizandin, rojekê rayedarên AKPê jî ji ber civînên bi dizî yên bêne darizandin. Em dizanin, civînên ku di nav de parlementerê ku şêwirmendê serokwezîre, nûnerên MÎTê, nûnerên çapemeniyê, nûnerên cemaatê, endamên emniyetê û dozger jî hene tên kirin. Wê roj bê ev kesana jî bi sûcê çetetiyê û bi çalakiyên terorê wê bên darizandin. Di ev civînên veşartî de biryarên wek, di operasyonên KCKê de çend kes wê bêne girtin, çapemenî wê çawa nêzika bûyerê bibe, dozger wê çi biryarê bigre tên girtin. Talîmatên operasyonên KCKê, di civînên rêxistina veşartî a ku wek bi şêweyekî hucreyê hatiye rêxistinbûn de tên girtin.”
Demîrtaş, di mijara ji peywirê girtina serokê bajarê Amedê yê AKPê de jî wiha got, “Serokê bajarê Amedê yê AKPê siyasetmedarekî ku rastiya Amedê dîtibû. Lê tehamula AKPê ji bo rastiyan tine û ji ber wê ew ji peywirê girtin. Ka em binêrin kîjan leheng wê bibe serokê bajarê Amedê yê AKPê? An jî wê karibin bibêjin, ’em nabine serokê bajêr. Li hemberî vê zilmê em li ser wê kûrsiyê rûnanin.’ Pêwiste ti kes nebe namzetê wê kûrsiyê. Ku bêdeng bimînin ew bêrûmetiye.”