Serrûpel Nûçe “Te 100 milyon dolar çawa kom kirin?”

“Te 100 milyon dolar çawa kom kirin?”

Belav bike

 Zhang Ziyi tevlî Vestîvala Filmên Cannes nebû. Netevlîbûna wê ji vê Vestîvalê re şik û guman bi xwe re derxistin holê. Niha li Çînê tê behskirin ku der barê Ziyi de ‘lêpirsîn jê re hatiye vekirin û qedexeye derkeve derveyî Çînê.’ Lê xala herî balkêş ew e ku niha polîsên Çînê û hin derdor vê pirsê jê dikin; ‘te 100 milyon dolar çawa komkirine?’ Tê îdîakirin ku listikvana navdar ‘berdewam ligel dewlemendên Çînî têkiliyên cînsî kiriye û bi rêya van têkiliyan ev 100 milyon dolar dane hev.’ Lê Zhang Ziyi vê yekê red dike.

 

Avestakurd