Li bajarê Wanê, li gûndê Înnins (Korlu) ku bi navçeya Çatakê ve girêdayiye, 160 cerdevana ji ber nexwestin derkevine operasyonan, çûne fermandariya cendermeya navçeyê û bi hev re çek berdane. Piştî çek berdana cerdevanan, rayedarên leşkerî biryara xwe şûnda girtine û soz dane gûndiyên cerdevan ku wê wana dernexînine operasyonan. Li ser vê, cerdevanan careke din çekên xwe şûnda girtine.
Li gorî nûçeya ajansa DÎHAyê, serpelekî ku tayîna wî û derketiye navçeyê û bi zorê xwestiye gundiyên cerdevan tevlî operasyonên leşkerî bike, pêk hatiye.