Serrûpel Nûçe Hemîdê Hecî derwêş wê navbênkariyê bike

Hemîdê Hecî derwêş wê navbênkariyê bike

Belav bike
Encumena Niştimanî ya Kurd ji serokê Partiya Pêşverû ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Derwêş xwestiye ku dest bi karê navbênkariya di navbera Hewlêr û Qendîlê de bike.
Sedema hilbijartina Hemîdê Hecî Derwêş jî ji ber wê yekê tê ku hem li Hewlêrê hem jî li Qendîlê kesekî qebûlkirî ye, bi temen e, bi tecrube ye û xwediyê xeteke naverast e, nêzîkî her du aliyan e.
Ihtîmala wê yekî jî heye ku hevserokê PYD Salih Mislim, hinekî ji qada siyasî were bi dûrxistin,bi taybetî piştî wan axaftinên wî ku li Ewropa kiribû û têde gotibû ku ewê serokatiya herêma Kurdistan (bêku bi nav bike) terbiye bike û wê dîrok naletê li wan bîne… ew axaftin bû sedema krîzekê di navbeta PYD û başûrê Kurdistanê de.

Eger ku tu pirsgirêk dernekevin, trafîka navbênkariyê wê berî 10.11.2013 dest pê bike, ku roja civîna komîteya amadekar ya Kongreya netewî ye.

AVESTA KURD