Serrûpel Nûçe Mehmet Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya

Mehmet Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya

Belav bike



Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalan got ku “Heke ku heyama duyem a pêvajoyê dest pê bike, (muzakere dibêjin çi dibêjin) divê bingeha wê ya qanûnî amade be. Heke wisa nebe pêvajo bi vî awayî naçe.”

Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina birayê xwe Abdullah Ocalan çûbû Girava Îmraliyê û ji wir vegeriya Gemlîkê. Ocalan li ber deriyê Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê a Gemlîkê daxuyanî dan rojnamevanan. 

Mehmet Ocalan got ku bi birayê xwe re li ser pêvajoya çareseriyê axivîn û da zanîn Abdullah Ocalan gotiye ku “Heyama ewilîn a pêvajoyê qediya. Heyama duyemîn dest pê nekiriye. Em li bendê ne.”

Mehmet Ocalan dubare kir ku heyama yekem qediya û heyama duyem hêj dest pê nekiriye û wiha axivî: “Ev 20 roj in ku tu têkiliyê rayedarên dewletê bi me re çênebûne. Heke ku heyama duyem a pêvajoyê dest pê bike, (muzakere dibêjin çi dibêjin) divê bingeha wê ya qanûnî amade be. Heke wisa nebe pêvajo bi vî awayî naçe. Yên ku ez bibêjim ev qas in. Jixwe bi van her sê hevokan her tişt hat gotin. Spas dikim.”

Piştî daxuyaniyan Mehmet Ocalan, xwişk û birayên Cumalî Karasûyê mehkûmê din Remezan Karasû û Vesîle Taş ji Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê a Gemlîkê veqetiyan.  AA