Serrûpel Nûçe “Emê çarenûsa xwe ne bi dizî lê eşkere ragihînin“

“Emê çarenûsa xwe ne bi dizî lê eşkere ragihînin“

Belav bike

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeynekê de digel televîzyona erebî ya bi navê Asya, li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha nakokiyên navbera her du aliyan daxuyanî da.

 

Nêçîrvan Barzanî, rexne li gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê vekirina tola rojnamevanê iraqî  Mihemed Bidêwî gotibû, kir û got, mixabin Malikî ku serokwezîrê Iraqê ye peyva “xwîn li hember xwînê” bikar tîne û wiha axivî: “Em naxwazin Iraq nû wiha be, em dixwazin qanûn li ser hemû tiştekî re be.”

 

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev gotinên Malikî zêdetir mîna serokeşîran e heta serokwezîrê Iraqê çimkî gotinên wî dibin sedema aloztirbûna rewşa welêt.

 

Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, di mijara mafê çarenûsê de çi pêwîst be kurd dê bike û kînga kurd gihîşt wê baweriyê ku divê çarenûsa xwe diyar bike wê çaxê dê bi eşkere vê yekê bike nek bi dizî û wê demê Bexda dê bibe cînarê me. Rûdaw