Serrûpel Nûçe “Xelîfe” berî 3 hefteyan hatiye kuştin

“Xelîfe” berî 3 hefteyan hatiye kuştin

Belav bike


Çavkaniyên asayişê li Iraqê aşkere kirin ku, wan duh 2ê Îlûnê endamekî rêxistina radîkal DAIŞê li bajarokê Amirlî girtiye û li wê yekê mikur hatiye ku Ebû Bekir Bexdadî hatiye kuştin û kesekî din li şûna wî hatiye destnîşan kirin.

Çavkaniyên asayişê belav kirin jî ku navê wî endamê DAIŞê Ebû Selma ye û li wê yekê jî mikur hatiye ku, berî 3 hefteyan Ebû Bekir Bexdadî di topbarana balafirêm amerîkî de bi giranî birîndar bibû û bo mebesta çareseriyê ew şandibûn Sûriyê, lê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest daye.

Li gor medyaya Iraqê, Ebû Selma gotiye ku nûçeya kuştina Bexdadî aloziyek xist nava çekdarên DAIŞê de li Iraqê, lewam demlidest Ebû Muslimê Turkmanî li şûna wî hat diyar kirin.

Lê dibe ku navborî bi awayekî demkî li şûna Ebû Bekir Bexdadî hatibe diyar kirin, da ku ti valahî di wî cihî de çênebê û heta ku li Sûriyê û Iraqê çekarên DAIŞê bicinin ew dê kesek din li şûna Turkmanî diyar bikin.  Bas