Serrûpel Nûçe Pirsgirêk li ser her 3 Partiyan e

Pirsgirêk li ser her 3 Partiyan e

Belav bike


Çavkaniyeke agehdar ji civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragihand ku, civîna lêvegerê lidar neket, ji ber ku Tvegera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) rijd bû li ser wê yekê ku, her sê endamên ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ew ji nav xwe derkiribûn, di civîna Lêvegera Siyasî de amade bibin.

Berî demekê, ENKSê 3 endamên xwe ji nava rêzên xwe derkirin, ji ber ku di hilbijartina 6 endamên Lêvegera Siyasî de, berovajî rêkeftina ENKSê, dengê xwe dabûn berbijêrên TEV–DEMê, lewma ENKSê piştî pêkanîna komîteyeke lêkolînê her yek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Wihde), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û Partiya Wîfaq a Kurd li Sûriyê ji nav rêzên xwe derkirin.

Derbarê civîna lêvegerê ya ku biryar bû îro lidarkeve, çavkaniya BasNewsê da zanîn ku, ENKSê dibêje heta ku TEV–DEM rijd be li ser beşdarîkriina her 3 endamên derkirî, ew ti civînê lidar naxin “Ji ber ku ENKSê dibêje ku derkirina her 3 partiyan mafê wê yê rewa ye, ew qebûl nake jî ew her 3 endam ji ser pişka wê di Lêveera Siyasî de bimînin.”

Roja 22ê Cotemha bûrî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) Rêkeftina Dihokê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê îmze kirin, biryar bû xalên wê rêkeftinê di heyama du mehan de hatiba cîbicîkirin, lê heta niha ew yek pêk Pinehatiye.